Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Dêrazorê nasnameya endameke xwe ku şehîd bûye, eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser şahadeta endama xwe Şêxa El-Elawî li bajaroka El-Kesra daxuyaniyek nivîskî weşand.
Navendê diyar kir ku dema endama xwe Şêxa El-Elawî li ser erka xwe bû, şehîd bû.
Hêzên Ewlekariya hundirîn, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan nû kir.
Nasnameya şehîd wiha ye:
Şêxa EL-Elawî li bajarê Hesekê ji dayik bûye û 3 Cotmeha 2020 li bajaroka El-Kesra Dêra Zorê şehîd bû.