Di çerîoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê de, derbên xurt li dagirkeriya dewleta tirk têne xistin.
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke li Tepê Dûpişkê ya herêma Heftanînê ku di encamê de 3 leşker hatibûn kuştin weşand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî parve kiribû:
24’ê Îlonê gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de li qada Tepê Dûpişkê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke bi bandor li dar xistin.
Di encamê de 3 dagirker hatin kuştin.
Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê bi obus û hawanan herêm bombe kir.