Şêniyên netewa Ermen: Erdogan dixwaze komkujiya Ermenan dubare bike

Derbarê êrîşên Azerbeycan ên li ser Ermenistanê, şeniyên ji netewa Ermen ên ku li bajarê Hesekê dijîn, bertek û nerazîbûna xwe nîşan dan.

Şêniyan ev êrîş şermezar kirin û diyar kir ku neviyên Osmaniyan ku îro Erdogan serkêşiya wan dike, dîsa dixwazin komkujiyê derheqê Ermenan de pêk bînin.

Dîroka Ermeniyan dîrokek e ku bi komkujiyan tê nasîn.

Ev komkujî piranî bi destê împaratoriya Osmaniyan hatiya kirin.

Li gorî belgeyên dîrokî, bi dehan car Ermenî rastî komkujî, qirkirinan hatine. Ji cih û warên xwe hatine koçberkirin, mal û milkên wan bi darê zorê hatiye talankirin û wêrankirin.

Şêniyên netewa Ermen: Dixwazin careke din me qir bikin

Dewleta tirk a ku bermahiya împaratoriya Osmaniyan e bi destê çeteyên ku ji Efrîn, Îdlib, Serêkaniyê û Grê Spî biriye careke din hewl dide li Ermenistanê komkujiyeke nû pêk bîne.

Ermenên li bajarê Hesekê dijîn, li hemberî polîtîkayên dewleta tirk bertek nîşan dan û bang li gelê cîhanê kirin ku li hemberî siyaseta qirker a dewleta tirk bêdeng nemînin.

Arevîk Şûkrî Mînas a 80 salî bal kişand ser xeteriya li ser gelê ermenî û got wan wek gel di dîrokê gelek êş kişandine.

Salih Ismaîl Xelef jî bal kişand ser lîstokên dewleta Tirk ku di ser Qerebaxê re li pêş dixe û got armanca vê siyasetê di esas de qirkirina gelê Ermen e.

Back to top button