“Êrîşên dewleta Tirk berdewamiya projeya DAIŞ’ê ye”

Tenê 4 roj mane ku salek di ser êrîşên dagirkeriya dewleta tirk ya Serê Kanî û Girê Spî re derbas bibe.

Kongra Civaka Îslama Demokratîk a Jinan bi daxuyaniyekê êrîşên dagirkeriyê şermezar kir.

Tevgera Çand û Hunera Demokrtaîk jî banga rêxistinên netewî kir ku li hember êrîşên dewleta Tirk bê deng nemînin.

9’ê Cotmeha 2019’an, bi armanca têkbirina destkeftiyên ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest xistine, dewleta Tirk û çeteyên wê dest bi êrîşa dagirkrina Serê Kaniyê û Girê Spî kir.

Bi nêzîkbûna derbasbûna salek li ser dagirkeriyê re bertek jî zêde dibin.

Kongra Civaka Îslama Demokratîk a Jinan li goristana Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişlo daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Kongrê êrîş weke dewamiya êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser herêmê binav kir û wiha got:

Êrîşên dewleta Tirk, dewamiya pirojiya ku DAIŞ’ê li dijî nasmeya herêmê 2014’an dest pêkirin ne

Kongra Civaka Îslama Demokratîk a Jinan bang li hemû gelan kirin ku li dijî van kirin û sûcan dakevin qadan.

Divê rêxistinên navnetewî li hember êrîşên dewleta Tirk bê deng nemînin

Tevgera Çand û hunera Demokratîk ya navenda Mihmeed şêxo ya bajarê Qamişlo bi heman armancê daxuyaniyek dan.

Tevgerê banga li rêxistinên navnetewî kirin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk û guhartinên demografîk yên ku pêk tîne, bêdeng nemînin.

Back to top button