HDP’ê banga avakirina komisyoneke sivîl ser bûyerê kir

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar têkildarî bûyerên 6-8’ê Cotmehê komîsyonek sivîl were avakirin.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di kanalek ya Tirkî de, derbarê siyasetmedarên HDP’yî ku bi hêceta çalakiyên Kobanê hatin girtin axivî.

Mîthat Sancar diyar kir ku di wê demê de ew li gel wezîrekî çûne Kobanê û wiha got:

Wezîrek min wek endamê Şandeya Mirovên Aqilmend ji Murşîtpinarê derbasî Kobanê kirin.

Hefteyek beriya 6-8’ê Cotmehê bû.

Sirri Sureyya Onder wê çaxê 48 saet li odeya Wezîrê Karên Navxweyî bû.

3 rojên pir tevlîhev qewimîn.

Gelek mirov bi hovîtî hatin qetilkirin.

Wan hêzên tarî yên di nava polîsan de ku Efkan Ala îşaretî wan dikir kî ne? Berpirsiyariya HDP’ê heye gelo?

Sancar bang kir ku bila komîsyonek sivîl were avakirin û lêkolîn li ser bûyerê bike.

Back to top button