Tirkiye keştiya xwe ya lêgerîna xazê ji peravên Qibrisê vekişand

Keştiya lêgerîna xazê ya Tirkiyê, duh ji cihê xwe yê li beramber peravên Qubrisê vekişiya û ber bi bendergehên Tirkiyê kete rê.

Bi vê yekê, Tirkiye bo cara duyemîn, keştiya xwe ji Rojhilatê Deryaya Spî vedikişîne.

Ev keştî li xaza xwezayî digeriya, bêyî ku erêkirinê ji hikûmeta Qibrisê bigire.

Ji aliyê xwe ve, hikûmeta Qibrisê vekişandina keştiya Tirkî bi erênî nirxand û got ku ev pêşketineke baş e dihêle ku atmosfereke erênî were afirandin.

NATO: Divê nakokiyên heyî bi diyalogan çareser bibin

Her wiha îro civîneke çapemeniyê navbera Sekretê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu pêk hat.

Jens Stoltenberg derbarê aloziya li Deryaya Spî da zanîn ku ji bo nakokiyên li deryayê wan komîteyek ava kir.

Stoltenberg bang li aliyan kir ku nakokiyên heyî bi riya diyalogan çareser bikin.

Îna borî, Yekîtiya Ewropayê nameyek da Tirkiyê û ragihand ku ger Tirkiyê tevgera xwe ya ne rewa li rojhilatê Deryaya Spî ranewestîne wê cezayan ser feriz bike.

Back to top button