4 polîsên Iraqî hatin kuştin, 3 polîs û 4 sivîl jî birîndar bûn

Çeteyên DAIŞ’ê bi hawanan êrîşî gundekî Xaneqînê kir, 4 sivîl birîndar bûn.

Çeteyên DAIŞ’ê şevê din, bi hawanan êrîşî gundê Îslah yê Xaneqînê kir, di encamê de 4 sivîl birîndar bûn.

Têkildarî êrîşê, Rêveberê Asayîşa bajarokê Kokis agahî dan Rojnews’ê û diyar kir çeteyan ji daristanekî nêzî gundê Îslah êrîş kirin.

Li gorî berdevkê Nexweşxaneya Gulale, 4 sivîl birîndar bûn.

Di heman demê de, çeteyan êrîşî baregehek polîsên Iraqî ya li gundê Binkarî yê Kerkûkê kir.

Di encama êrîşê de, 4 polîsan hatin kuştin û 3 polîs jî birîndar bûn.

Back to top button