Ilham Ehmed: Em ê Kampa Holê ji Sûriyan bi temamî vala bikin

Ji ber jimara zêde ya niştecihên kampa Holê, ji ber zêdebûna sûcên tundrewên DAIŞ’î yên li kampê, Rêveberiya Xweser kampê ji mirovên Sûrî vala dike. Seroka Meclisa Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed da xuyakirin ku biryara valakirinê hatiye nîqaşkirn, lê dema wê diyar nekir.

Li kampa Holê bi deh-hezaran jin û zarokên Sûrî û Iraqê dimînin, her wiha jimareke konên tundrewên DAIŞ’ê jî heye.

Asayîşa kampê barekî giran hilgirtiye ser milê xwe, nemaze piştî zêdebûna navinciya sûc û hewldanên revê yên gelek jinan.

Lewre û ji ber jimara zêde ya niştecihên kampê, Rêveberiya Xweser plan dike ku tevahiya kesên Sûrî, jê derxe.

Der barê vê mijarê de, Seroka Meclisa Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed diyar kir ku mijara valkirinê hatiye nîqaşkirin.

“Me weke MSD û Rêveberiya Xweser, mijara kampa Hol û derxistina kesên Sûrî bi temamî, nîqaş kiriye.

Wê biryara valakirinê, bê standin.

Sûriyên ku li kampê bimînin jî, êdî ji bin berpirsiyariya Rêveberiya Xweser derdikevin.

Me ji Meclisa Zagonsaz xwestiye ku efûyeke giştî li gorî daraz, tawan û sûcan, der heqê girtiyan de derxe.

Li gorî seroka Meclisa Rêveber a MSD, wê tenê malbatên biyanî li kampê bimînin.

Hikûmeta Kanadayê jî duh biryara vegerandina zaroka sêwî ya 5 salî ya bi navê Emîra da.

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau got:

“Rewşa vê zaroka sêwî bi taybet, rewşeke awarte ye.

Em nikarin vegerandina ti kesên din dubare bikin, tevî ku gelek welatan welatiyên xwe piştî ku ji kampan derketin, vegerandin.”

Li kampa Holê nêzî 50 welatiyên Kanadayî hene ku nîvê wan zarok in.

Berî niha QSD’ê nêzî 350 kes bi kefaleta rûspiyên êlên herêmê berdabû ku piraniya wan şêniyên bajarokên Dêra Zorê bûn.

Back to top button