Cemîl Bayik: Yek ji armanca pêngavê azadiya Rêber Ocalan e

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir, êdî daxwaza rakirina tecrîdê têrê nake û destnîşan kir, divê têkoşîna ji bo azadiya Rêber Ocalan bê mezinkirin.
Bayik got, “Dem ew dem e ku Rêber Apo bê azadkirin. Tevgera Azadiyê ya Kurd heta azadiya Rêber Apo, û azadiya gelê Kurd wê têkoşînê bidomîne.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji ANF’ê re axivî û diyar kir di sala 23’emîn ya komploya navneteweyî de êdî gelê Kurd nikare tehemûl bike ku Rêber Apo li zindanê bimîne.

Bayik da zanîn, yek ji armancên herî girîng ên pêngava ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ pêkanîna azadiya Rêber Ocalan e.

Bayik diyar kir, li Kurdistanê û Rojhilata Navîn, têkoşîna ku azadiya Rêber Apo nede ber xwe, wê lewaz bimîne û got:

“Gel û tevgereke ku xwedî li Rêberê xwe dernekeve, wê nikaribe têkoşîneke xurt a azadiyê bimeşîne. Yên ku xwedî li nirxên gel, welat û têkoşîna xwe xwedî derkevin, dikarin bi xurtî têkoşîna azadiyê bimeşînin û bi ser bikevin.”

Bayik diyar kir yek ji armanca pêngavê azadiya Rêber Ocalan û got,

“Azadiya Rêber Apo ne tenê azadiya rêberekî ye, di heman demê de azadiya gelê Kurd e. Têkoşîna me ya ji bo azadiya Rêbertî wê ji bo xwegihandina armancên pêngavê xwedî roleke girîng be.”

Bayik: Daxwaza rakirina tecrîdê têrê nake, divê ji bo azadiya wî têkoşîn bê meşandin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bal kişand ser diyalektîka navbera azadiya Rêber Abdullah Ocalan û azadiya gelê Kurd û destnîşan kir, xwedîderketina li Ocalan hem berpirsyariya civakî û siyasî ye, hem jî mecbûriyeta exlaqî û wijdanî ye.

Cemîl Bayik bal kişand li ser tecrîda li ser Rêber Ocalan û têkoşîna li dijî wê û got,

“Têkoşîna heta niha bi giranî ji bo rakirina tecrîdê hate meşandin. Di nava vê pêvajoya têkoşînê de tecrîd dem bi dem hatibe sistkirin jî ti carî ji holê nehate rakirin.
Di asta heyî de daxwaza rakirina tecrîdê hem daxwazeke kêm e, hem jî li karakterê têkoşîna heyî nayê. Li dijî tecrîdê têkoşîneke têrker hate meşandin. Ji aliyê hiqûqî û siyasî ve ti qîmetê dewamkirina wê nemaye. Şert û mercên heyî nîşan didin ku dem hatiye ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîn bê meşandin. Têkoşîna 22 salan derfetên ji bo azadkirina Rêbertî zêde kirine.”

Bayik: Gelê Kurd êdî tehemul nake Rêber Apo li zindanê bimîne

Hevserokê Konseya Rêveber Cemîl Bayik bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê jî diyar kir di sala 23’emîn ya komployê de êdî gelê Kurd nikare tehemûl bike ku Rêber Apo li zindanê bimîne û got,

“Heta rêber Apo li zîndanê be wê gelê Kurd jî di bin zexta qirkirinê de be.”

Cemîl Bayik diyar kir, dem hatiye ku Rêber Ocalan bê azadkirin û destnîşan kir, Tevgera Azadiyê ya Kurd heta azadiya Rêber Apo û azadiya gelê Kurd wê têkoşînê bidomîne û bang li jin û ciwan û gelê Kurd û hêzên demokrasiyê kir ku têkoşînê li her deverê bilind bikin.

Back to top button