Hemdan El-Ebid: Dewleta Tirk naxwaze projeya demokratîk li herêmê bi pêş bikeve

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El-Ebid diyar kir ku dewleta Tirk bi dagirkirina Serê Kaniyê Girê Spî hewl dide erdnîgariya Tirkiyê berfireh bike, herêmê bike tirkî.
Hemdan El-Ebid anî ziman ku dewleta Tirk naxwaze demokrasî û projeya Rêveberiya Xweser bi pêş bikeve û ewlehî li herêmê pêk were. 

Piştî Efrîn dagir kir, dewleta Tirk bêdengiya hêzên navnetewî li hemberî sûcên wê, weke zemîna dagirkirina Serê Kanî û Girê Spî dît.

Bi vê bêdengiyê re, ango bi çiraya kesek, dewleta Tirk berî salekî êrîşî herêmên navborî kir û ew dagir kirin.

Piştî dagirkirinê, zêdeyî 350 hezar kes ji xaka xwe koç bûn, çeteyên Tirkiyê herêm kirin dojeh û rengên aramî û ewlehiyê lê neman.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El-Ebid, bal kişand ser armancên dewleta Tirk ên li herêmê û got:

“Tiştê Erdogan û Osmaniyên Nû dixwazin, ku qada erdnîgariya Tirkiyê berfireh bikin, herêmên dagirkirî bikin Tirkî û niştecihên wan koç bikin.

Her wiha beşekî nû yê planên Osmanî ji axa Sûriye û Iraqê jî ew e ku “Keseb, derbasî Helebê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, heya Kerkûk û Mûsilê tev li Tirkiyê bibin.”

Hemdan El-Ebid anî ziman ku Tirkiyê bi destwerdana xwe li aloziya Sûriyê, alozî kûrtit kir û niha rêya çareseriyê asteng dike..

El-Ebid bi bîr xist ku dewleta Tirk tevgera gelê Sûriyê ya aştiyê veguherand şerê çekdar, sînorekî bi temamî ji bo derbasbûna çeteyan vekir da ku li gorî armancên xwe xaka Sûriyê bi kar bîne.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku dewleta Tirk naxwaze demokrasî û projeya Rêveberiya Xweser a ku hemû pêkhateyan di nav xwe de digire, bi pêş bikeve û ewlehî li herêmê pêk were, ji ber vê piştî ku êrîşên wê yên bi rêya wekîlan têk çûn, bi xwe ket dewrê.

Back to top button