Desteya Aborî û Çandiniyê depoyek nû li Tebqayê çalak kir

Ji ber kêmbûna enerjiya depokirina ard û tov, Desteya Aborî û Çandiniyê depoyeke nû li Tebqayê çalak kir.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Silêman Barudo diyar kir ku ji ber
rûbereke mezin a erdên çandiniyê li herêmên Serê Kanî û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk ve hatin dagirkirin û talankirin û ji ber kêmbûna enerjiya depokirina ard û tov, wan embara li Tebqayê çalak kir.

Silêman Barudo anî ziman ku enerjiya embarên Tebqayê ya depokirinê zêdeyî 120 hezar tonî ye.

Barudo da zanîn jî ku wan dest bi girtina genim kiriye û li embarên Tebqayê bi cih dikin.

Back to top button