Li Reha, Amed û Şernexê 13 kes hatin binçakirin

Polîsên dewleta Tirk di seatên ser sibehê de, li Amed, Rihayê û Şirnexê gelek kes binçav kirin. 

Li Rihayê, polîsan bi ser gelek malan de girt, dayîka Aştiyê Hadle Ogûr û hevjînê wê û 7 kesên din hatin binçavkirin.

Li Amedî jî polîsan bi ser mala Hevserokê HDP’ê Zulkuf Bîrgul girt, lê ji ber ku ne li malê bû, nehat binçavkirin.

Li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî 4 kes hatin binçavkirin.

Li Wanê 4 rojnamevanên Ajansa Mezopotamiya hatin binçavkirin

Li aliyeke din jî, polîsan 4 rojnemevên Ajansa Mezopotamyayê ya Wanê binçav kirin.

Li Girtîgeha Mêrdînê jî 4 jinên girtî sirgunî Girtîgeha Jinan a Amedê hatin kirin û di nav wan de Hevseroka berê ya Rêxistina HDP’a Midyadê Fîlîs Işik hebû.

Back to top button