Qîrxîzistan..Desteya hilbijartinê encamên hilbijartinên parlemenê betal kir

Li Qîrxîzistanê piştî encamên hilbijartinê ya parlemenê hatin betalkirin jî, xwepêşandanên girseyî pêk hatin û muxalefetê avahiyên hikûmetê desteser kirin û destxistina desthilatê ragihand.

Desteya hilbijartinê li Qîrxîzistanê îro sêşemê encamên hilbijartinên parlemenê ku yekşema çûyî pêk hat betal kir.

Di hilbijartinên ku hatîn betalkirin de, du rêxistinên siyasî ku nêzî serokomarê welat in bi serketibûn.

Qîrxîzistan li ser sînorê Çînê dikeve, tê naskirin jî ku serokomarê Qîrxîzistanê Sooronbay Jeenbekov alîgirê Rûsyayê ye.

Ji ber encamên hilbijartinan bi hezaran kes ku muxalifê desthilatê de ne daketin qadan û paştirê ev xwepêşandan veguherîn pevçûnên bi hêzên ewlehiyê re.

Muxlifan gelek avahî desteser kir û fermandarek ji paytextê re erkdar kir

Kom û çalakvanên muxalif banga istîfaya serokomarê welêt dikin û jinûve hilbijartinên parlemenê pêk werin.

Li gorî dezgehên ragihandinê yên li welêt, komên muxalif gelek avahiyên hikûmetê li Bişkîka paytext di dema lidarxistin xwepêşandanan de desteser kirin.

Ji avahiyên ku hatin desteserkirin avahiya serreke ya hikûmetê ye ku bi navê “Koşka Spî” tê naskirin ku xwepêşander agir bi wê xist.

Li gorî dezgehên ragihandinê jî, li gelek herêman xwepêşandan li dijî hikûmetê pêk hatin û hejmareke ji waliyên herêman istîfayên xwe dan.

Komên muxalif ji aliyê xwe ve fermandarek ji bo Bişkîka paytext erkdar kir û ragihand ku ew ji bo avakirina hikûmeteke demkî di nîqaşan de ne.

Serokomarê Qîrxîzistanê SAooronbay Jeenbekov: Hewildana darbeyê tê kirin

Beriya vê, îro serokomarê Qîrxîzistanê Sooronbay Jeenbekov got ku li welêt hewildana darbeyê tê kirin û bang li muxalifan kir ku xwepêşandanên xwe rawestînin.

Her wiha Sooronbay Jeenbekov amadebûna xwe ji bo betalkirina encamên hilbijartinan dabû û bang li hêzên ewlehiyê jî kiribû ku li hember xwepêşanderan çekan bi kar neynin.

Li gorî hikûmetê di xwepêşandanan de kesek hatiye kuştin û derdora 600 kes jî birîndar bûne.

Back to top button