Istixbarata Rûs: Komên terorîst ji Sûriyê derbasî Qerebaxê dibin

Serokê Servîsa Îstixbarata Derve yê Rûs Sergey Narişkîn diyar kir, komên terorîst yên mîna El Nusra, Tûgayên Hemze, Sultan Mûrad yên li Bakurê Sûriyê ji bo Qerebaxê tên şandin.

Narişkîn diyar kir ku Qerebax terorîstan mîna mîqnetîsê dikişîne û da zanîn ku dibe ji wir jî derbasî Rûsyayê û welatên cîran bibin.

Narişkîn diyar kir cudahiya şerê li Qerebaxê ji yên berê ew e ku Tirkiye vê care bi awayekî eşkere pişta Azerbeycanê digire û ev jî yek ji sedemên zêdebûna rageşiya li wê herêmê ye.

Sergey Narişkîn diyar kir, Rûsya ji şerê li Qerebaxê bi fikar e û got, “Ji bo Rûsyayê şerekî li herêmê nayê qebûl kirin.”

Back to top button