MSD’ê panela xwe ya 7’emîn li bajarê Tebqayê li dar xist

Bi dirûşmeya “Ber bi kongreyeke niştimanî ji bo şêniyên Cizîr û Firatê ve”, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), panela xwe ya 7’emîn li bajarê Tebqayê li dar xist.

Di civînê de Seroka Meclisa Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed derbarê aloziya Sûriyê de axivî.

Îlham Ehmed diyar kir ku hikumeta Sûriyê ji bo xilaskirina Sûriyê ji aloziyê tu gavên rasteqîn neavêtine, tenê çareseriya leşkerî hilbijartiye ku bû sedema wêranbûna Sûriyê û rê li ber destwerdana derve vekir.

Her wiha diyar kir ku opozisyona Sûriyê hema rêbaza hikumeta Şamê hilbijart û xist hembêza dewletên ku ji bo berjewendiyên xwe li ser erdê dixebitin bêyî ku azarê gelê Sûriyê di ber çavan re derbas bike.

Îlham Ehmed destnîşan kir ku MSD ji diyalogan bi hemû aliyan re vekirî ye, lê serhişkbûna hin aliyan, di serî de hikumeta Şamê diyalogên berê têk birin.

Seroka Meclisa Rêveber a MSD’ê bal kişand ser diyaloga kurdî-kurdî û got, ev diyalog ji bo nêzîkirina nêrînên pêkhateyê Kurd ku ber bi çareseriyeke siyasî û diyaloga sûrî bibe.

Back to top button