Kongreya 4. a Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giritina biryaran û hilbijartina encamên meclisa giştî bi dawî bû.
Yekitiya Jinên Ciwan kongreya xwe ya 4. bi diruşmeya “Bi rêxistinbûna jinên ciwan em ê dagirkeriyê têk bibin” bi beşdarbûna 550 delgeyan li bajarokê Rimêlan ê Qamişlo li dar xist.
Di kongreyê de rapora xebatên du salên borî yên Yekitiya Jinên Ciwan hate xwendin û nîqaş li ser hate kirin.
Piştre rêziknameya yekitiyê hate êrkirin û 35 endamên Meclisa Yekitiya Jinên Ciwan hatin hilbijartin.
Di dawiya kongreyê de biryar hatin girtin. Ji wan biryaran;
-Mezinkirina asta têkoşînê ji bo azadiya Rêber Ocalan.
-Ji bo pêşxistin û rêxistinkirina karê jinên ciwan navenda jinên ciwan a Sûriyê were vekirin.
-Li hemberî hemû cûreyên şerê taybet ku dagirkeriya Tirk li ser ciwanan dimeşîne xebat were meşandin.
-Bi rihê tolhildan û fedayetiyê têkoşîna rizgarkirina herêmên dagirkirî were kirin.