Meclisa Gitşî ya Rêveberiya Xweser qanûna tedbîrên cezayî û avakirina desteya pergala çavdêriyê erê kir.
Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rûniştina qanûnî bi jimareya 30 li hola civînan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Reqayê, li dar xist.
Di civînê de Desteya Serokatî ya Meclisa Giştî, endamên Desteya Serokatî ya Pergala Çavdêriyê û piranî endamên Meclisa Giştî amade bûn.
Erkdarkirina 2 endamên nû ya di Meclisa Giştî de ji herêmên Cizîr û Dêrazorê hat erêkirin.
Piştre projeya qanûna tedbîrên cezayî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat nîqaşkirin,
bendên wê hatin xwendin û dengdayîn li ser hat dayîn, li ser 261 bendan hat erêkirin û ji îro de kete pratîkê.
Qanûna tedbîrên cezayî ya Rêveberiya Xweser ji 261 madeyan pêk tê û dabeşî gelek bend û qanûnan dibe.
Di qanûnê de tedbîrên Desteya Lêpirsîn û İdîayê, erk û taybetmendiyên serdozgeriya giştî, tedbîrên agahîdayînê ku tê de agahî, dîspilînkirina sûcên bibelge û girtina tewanbar û tedbîrên keşfkirinê heye.
Her wiha di qanûnê de tedbîrên lêpirsîn, beramberî, guhdana şahid, hikma xiyabî li dijî tewanbaran heye.