Serokwezîrê Ermenistanê serdana Qerebaxê kir

Serokwezîrê Ermenistanê serdana Qerebaxê kir û bi serokê wê re civiya.
Wezîrê derve yê Tirkiyê jî serdana Azerbeycanê kir û idia kir ku, Ermenistan xaka Azerbeycanê dagir kiriye û ti wateya rawestandina şer tune ye.

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşinyan duh Sêşemê serdana herêma Qerebaxê kir û bi serokê herêmê û çend fermandarên leşkerî re civiya.

Di heman demê de, Azerbeycanê êrîşeke tund bir ser başûrê Qerebaxê û hêzên herêma bi-nakok li dijî hêzên Azerî sekinîn.

Li gorî ajansa Azertac a Azerî, wezîrê Parastinê yê welêt di civîneke ewlekariyê de, fermana dewamkirina êrîşan li ser Qerebaxê da.

Çavişoglu: Ti wateya rawestandina şer tune ye

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavişoglu di serdana xwe ya duh bo Azerbeycanê de, idia kir ku Ermenistan dewleteke dagirker e û parçeyekî xaka Azerbeycanê dagir kiriye.

Çavişoglu destnîşan kir ku ti wateya rawestandina şer tune ye û divê cîhan tevde piştgiriyê bide Azerbeycanê.

Rûsya: Çeteyên bakurê Sûriyê li Qerebaxê şer dikin

Di heman çarçoveyê de, Rûsya ev helwesta Tirkiyê şermezar kir û da xuyakirin ku dewleta Tirk çete û terorîstan vedughêze Qerebaxê.

Di vê derbarê de, duh Rêveberê Desteya Istixbarata Derve ya Rûsî (Sergey Naryshkin) Sêrgî Narîşkîn ragihand ku bi hezaran çeteyên tundrew li Qerebaxê hene.

Naryshkin li ser dewamkirina vî şerî hişyarî da ku dibe herêma başûrê Qafqasyayê bibe jêdera terorîstan û teqez kir ku bi dewamkirina şer re, terorîst berê xwe didin vê herêmê.

Li gorî agahiyên Desteya Istixbarata Derve ya Rûsî, çeteyên Sûrî yên dewleta Tirk bi rengekî çalak li vê herêmê tev digerin.

Herêma Qerebax di şerên 1992-1994’an de ji Azerbeycanê veqetiya û serxwebûna xwe ragihand, lê weke herêmeke serbixwe ji aliyê ti welatan ve nehatiye naskirin.

Back to top button