Komîteya Temwînê ya bajarê Hesekê dest bi pêngava desteserkirina madeyên demborî kiriye.
Komîteya Temwînê ya bajarê Hesekê bi hevkariya komîteyên li Til Temir, Şedad û Holê, pêngavek ji bo desteserkirina madeyên alîkarî û yên demborî daye destpêkirin.
Komîte xwedanên dikanan ên ku madeyan bi buhayekî zêde difiroşin ceza dike.
Berî niha jî komteyên temwînê yên herêma Cezîrê ji bo yekkirina buhayan û rêgirtina li ber keysbaziya bazirgan û dikandaran, ev pêngav pêk anîbû.