Riyad Derar: Yên hewl didan desthilata Sûriyê bi dest bixin bûn çete

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar destnîşan kir ku destwerdanên Tirkiyê li Sûriyê ji bilî avakirina hêzên opozîsyonê ranaweste, da ku ew hêz Itîlafa Sûriyê ya ji bo xizmeta siyasetên Tirkiyê dixebite têk bibe.. Derar diyar kir ku kesên di Itîlafê de mane li pereyan digirin û li piştevaniyekê digerin wan li pişta tanka Tirkiyê binîn ser desthilatê, niha li sûriyê li Lîbya û Azerbêcan bûne çete.

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar, dagirkirina Tirkiyê ji xaka Sûriyê re bi razîbûna ji Rûsya û Amerîkayê girêda.

Riyda Derar dijminatatiya dewleta Tirk li dijî projeya Rêveberiya Xweser ya bûye mînaka biratiya gelan bi bîr xist û anî ziman ku Tirkiyê bê navber bi rêya lihevkirinên Sochî û Astanayê re dixebite, da vê projeyê têk bibe.

Derar diyar kir ku destwerdanên Tirkiyê li Sûriyê ji bilî avakirina hêzên opozîsyonê ranaweste, da ku ew hêz Itîlafa Sûriyê ya ji bo xizmeta siyasetên Tirkiyê dixebite têk bibe.

Derar destnîşan kir ku hin kes di Itîlafê de mane û li piştevaniyekê digerin ku wan li pişta tankên Tirkiyê binîn ser desthilatê, ji lewra divê zext li hêzên navneteweyî were kirin da dewleta Tirk ji Sûriyê derkeve.

Riyad Derar: Sekna li hemberî Tirkiyê bi lihevkrina bi hêzên opozîsyonê re pêkan e

Riyad Derar da zanîn ku sekna li hemberî destwerdanên Tirkiyê bi rêya lihevkirina bi hêzên opozîsyonê re pêkkan e û wiha got:

“Divê hêzên opozîsyonê jî yek gotina xwe hebe da ku bi wê re jî fişarê li ser itîlafê bike yan jî şermezar bike, ji ber kaxezên xwe xistine destê Tirkiyê û tu berjewendiyên Sûriyê li gel wê nîn in.

Wê demê hêzên opozîsyonê dikarin çarçoveyekî ava bikin û piştevaniya navneteweyî di dûrxistina nûnerên itîlafê û nexşekirina siyaseta nû de wergirin.

Hêzên oposîzyonên dikarin bi MSD’ê re, lihevkirinan bi hikumeta Şamê re deynin da ku bigihînin çareseriyeke siyasî ku Sûriya pêşerojê nexşe bikin û li hember tevahî destwerdanên derve bisekinin.”

Hevserokê MSD’ê destnîşan kir ku bi lihevkirinê re wê xebata jinûveavakirinê, aramî û vegerandina koçberan pêk bîne.

Back to top button