Çete û hêzên hikumeta Şamê nuqteyên hev li Idlib û Hemayê topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê careke din gundên Cebel El-Zawiye û Sehil El-Xab topbaran kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên mirovan ragihand ku îro sibehê hêzên hikumetê bajarokên Kensefera, Sifûhin, Filêfil û El-Fitêra li başûrê Idlib û gundê El-Enkawî li Sehil El-Xab topbaran kirin.

Di heman demê de jî, çeteyan êrîşî nuqteyên hêzên hikumetê li bajarê Seraqib ê rojhilatê Idlibê kir.

Dewleta Tirk 35 karwanên leşkerî derbasî Idlibê kirin

Li aliyekî din dewleta Tirk şandina çekan ji bo Idlibê didomîne û duh Çavdêriya Sûrî da zanîn ku artêşa Tirk 35 maşîneyên leşkerî, di deriyê Kefer Losîn re, derbasî Idlibê kirin.

Bi hatina van karwanan, jimara maşîneyên ku ji Adarê ve derbasî herêmê bûne, gihaşt 7 hezar û 5’an, li gel wê jî bi hezaran leşker hatine bicihkirin.

Back to top button