Ji ber şer nîvê nifûsa Qerebaxê koçber bû

Şerê li Qerebaxê yê di navbera Azerbeycan û Ermenîstanê di roja dehan de dewam dike. Tê gotin heta niha nêzî 300 kes di şer de hatine kuştin.
Her wiha ji ber şer nêzî nufûsa Qerebaxê koçber bûn.
Serokwezîrê Ermenîstanê diyar kir, Tirkiyê şerê li Qerebaxê da destpêkirin.
Serokdewletê Rûsyayê jî careke din banga agirbestê li her du aliyan kir.

Şer û pevçûnên li Qerebaxê yên di navbera Ermenîstan û Azerbeycanê di 27’ê Îlona derbasbuyî de dewam dikin. Tê gotin di şer de heta niha nêzî 300 kesî jiyana xwe ji dest dane û ji wan derdora 50 sivîl in.

Ji rayedarên Komara Qerebaxê Artak Belgariyan ji AFP’ê re axivî û got, “Ji ber şerê bi Azerbaycanê li gorî texmînên me yên destpêkê, nêzî nîvê nifûsê cih guhert.”

Belgariyan got, “Ji 70 heta 75 hezar kesî ji Qerebaxê neçar ma koç bikin, yan jî derbasî herêmên cuda yên ewle bûn û bûn penaber.”

Nîkol Paşînyan: Tirkiyê şer da destpêkirin

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ji Ajansa Nûçeyan a Fransa AFP’ê re axivî û diyar kir, ne ji tevlûba Tirkiyê bûya wê şerê li Qerebaxê derneketiba.

Paşînyan da zanîn bîryara destêpêkirina şer bi piştgiriya Tirkiyê pêk hat.

Paşînyan destnîşan kir, Azerbeycan li dijî gelekî ku jib o azadiya xwe têdikoşe şerekî terorê dimeşîne û wiha dewam kir;

“Komên terorîst yên ji Rojhilatanavîn bi awayekî çalak tevlî şerê li Qerebaxê bûne. Hêzên Ermen li dijî terorê operasyonan dike.”

Paşînyan da zanîn dewleta Tirk beşdarbûna şerê li Qerebaxê weke parçeyeke polîtîka qirkirina Ermenîyan dike û got,

“Tirkiye ji bo qirkirina Ermenan dewam bike vegeriya başûrê Qafqasyayê.”

Serokwezîrê Ermnîstanê Nîkol Paşînyan diyar kir ger li dijî xaka Ermenîstanê êrîşek pêk were wê Rûsya di çarçoveya li hevkirina me de beşdar bibe.”

Her wiha Paşînyan ji civaka navneteweyî û serokên Ewropayê jî xwest ku serxwebûna Qerebaxa Çiyayî nas bikin.

Vîlademîr Pûtîn banga agirbestê kir

Serokdewletê Rûsyayê Vîlademîr Pûtîn jî li ser mijara Qerebaxê ji televîzyona Rossiya 24 re axivî.

Pûtîn diyar ki ku fikarên wan yên mezin ji ber şerê li Qerebaxê hene û da zanîn ji her du aliyan jî gelek windahî hene û got;

“Ew rewşeke gelekî bi êş e. Em her care banga agirbestê li aliyan dikin. Em hêvî dikin ku ev jî di demeke kurt de pêk were.”

Her wiha Pûtîn da zanîn, ew bi serokwezîrê Ermenîstanê Paşînyan re di nava pêwendiyê de ne.

Back to top button