Yûnanîstan..Partiya “Şefeqa Zêr” weke rêxistina sûc hat îlan kirin

Li Yûnanîstanê partiya rastgir ya bi nave Şefeqa Zêr weke rêxistina sûc hat ragihandin.

Dadgeha Temyîzê derbarê doza ku 5 sal bû li dijî rêveberiya partiyê dewam dikir de bîryara xwe eşkere kir.

Yek ji sazûmankarê partiyê Nîkolas Mîhalolîakos jî di nave de rêveberên partiyê ji ber rêveberina rêxistina sûc, sûcdar hatin dîtin.

Nîkolas Mîhalolîakos û 67 kesên din bi tawanbariyên, daxuyaniyên xwe yên alîgiriya Nazîyan, kuştina muzîsyenekî çepgir, hewldanên kuştin û avakirina rêxistina sûc, dihatin darizandin.

Tê payîn derbarê wan de heta 15 sal cezayê girtîgehê were dayîn.

Her wiha di dema doza bîryardayînê de li ber avahiya dadgehê derdora 15 hezar kesî çalakî kirin. Di dema çalakiyan de di navbera xwepêşander û polîsan de şer derket.

Back to top button