Parlementer Amîneh Kakabaveh: Ji bo astengkirina êrîşên Tirkiyê, divê Swêd bikeve tevgerê

Li Swêdê, parlementera serbixwe Amîneh Kakabaveh ji bo astengkirina êrîşên dewleta Tirk li ser Kurdistanê û herêmê bang li hikûmeta welêt kir.

Parlementera serbixwe Amîneh Kakabaveh komkujî û binpêkirina mafên mirovan a ku rejîma Erdogan li Tirkiye û Kurdistanê pêk tîne û polîtîkaya wê ya li Lîbya, Somalî, Azerbaycan û Balkanê anî rojevê.

Amîneh Kakabaveh diyar kir ku beşeke Rojavayê Kurdistanê hatiye dagirkirin û li Başûrê Kurdistanê bi balafiran bombe li ser sivîlan tê barandin.

Kakabaveh diyar kir ku di 28’ê Îlonê de Tirkiyê 4 hezar leşker şandiye Azerbaycanê, ku Erdogan dixwaze destwerdan û êrîşan li her derê bike.

Parlementera serbixwe Amîneh Kakabaveh destnîan kir ku dewleta Tirk li dijî gelê xwe terorê dike û herî dawî li Wanê du kes piştî ku hatin binçavkirin ji helîkopterê hatin avêtin.

Kakabaveh bang li hikumeta Swêdê kir ku ji bo serbestberdana Hevserokên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û hemû rojnameger, parêzer û siyasetmedar bikeve tevgerê.

Back to top button