Gaziyên şer yên herêma Efrînê piştgiriya xwe bi pêngava KCK’ê re ragihand

Saziya Gaziyên Şer a Herêma Efrînê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji pêngava KCK’ê re ragihand. Saziyê di daxuyaniya xwe êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û banga azadiya rêber Ocalan kir.

Di heman çarçoveyê de PYD’ê jî li li bajarokê Hilwe, Maşûq, gundê Girê Mergê yê navçeya Tirbespiyê rêzecivîn li dar xistin.

Piştgiriya bi pêngava KCK’ê re her ku diçe zêde dibe.

Îro Saziya Gaziyên Şer a Herêma Efrînê li Şehbayê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji pêngavê re ragihand.

Saziya Gaziyên Şer di daxuyaniya xwe de êrîşên dewleta Tirk li dijî herêmê şermezar kir.

Saziyê her wiha banga azadiya Rêber Ocalan jî kir û diyar kir ku heta azadiya rêber ew ê di nava çalakiyan de bin.

PYD’ê rêzecivîn li bajarok û gundên navçeya Tirbespiyê li dar xist

Partiya Yekitiya Demokratîk jî çalakiyên xwe yên ji bo piştgiriya bi pêngava KCK’ê re dewam dike.

Di vê çarçoveyê de îro PYD’ê li bajarokê Hilwe, Maşûq, gundê Girê Mergê yê navçeya Tirbespiyê rêze civîn li dar xistin.

Bi sedan pêkhateyên herêmên yên Kurd, Ereb û Suryan tevli civînan bûn.

Civîn ji hêla endamên Meclisa Giştî ya PYD`ê Abdulkerîm Saroxan, Silêman Ereb û Diyar Hesen ve hatin birêvebirin.

Di civînan de geşedanên siyasî yên dawîn, siyaseta dewleta Tirk hatin nîqaşkirin.

Kesên axivîn destnîşan kir ku dewleta Tirk aloziya Sûriyê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bi kar tîne.

Her wiha diyar kir ku PYD’ê ji destpêka şoreşê ve vîna gel ji xwe re kir bingeh.

Back to top button