Serokwekîlê koma HDP’ê Olûç: Piştî 6 salan ji ber çi nû ev mijar vebû?

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç bibîrxist ku di bûyerên Kobanê de tenê lêpirsînek pêk hatiye û got: Kesên ku Wezîrê Hindirîn Efkan Ala digot em nikarin kontril bikin kîne û pirsa gelo ev ew çeteyên ku we xistine nava dewletê ne, kir.

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç di derbarê mijarên di rojevê de, li navenda Meclisê ya Enqerê nirxandin kir.

Di rojeva sereke ya Sarûhan Olûç de bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an hebû.

Olûç careke din anî ziman ku di pişt perdeya oparasyonên Kobanê de siyaset heye û got:

Her kes pirs dike ku piştî 6 salan ji ber çi careke din ev mijar vebû.

Olûç: Ew hêzên ku we kontrol nedikir kî ne?

Olûç diyar kir ku ji ber çi heta niha derbarê kuştina sivîlan de tenê dozek hatiye vekirin û wiha domand:

Ew hêzên ku nedihatin kontrolkirin kî bûn.

Ew kesên ku Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala digot, nayên kontirolkirin kî ne?

Gelo ev ew çeteyên ku we dinava sîxurên dewletê de bicih kirine?

Serokwekîlê koma HDP’ê Olûç: Ji tezkera Sûriye û Iraqê re na

Di meclisa tirkiyê de îro wê pêşniyarnameya şandina leşkeran ji bo Sûriye û Iraqê were nîqaşkirin.

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç helwesta partiya xwe li ser mijarê eşkere kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir.

Wê dengê me weke her demê NA be.

Ji ber ku pirsgirêka Iraq û Sûriyê wê bi şer çareser nebe.

Back to top button