Artêşa Tirk ji gundê Mîrkan 7 sivîl revandin

Li Efrînê dagirkirî, artêşa dewleta Tirk Îro bi ser gundê Mîrkan yê navçeya Mabeta girt û 7 sivîl revandin.

Li gorî nûçeya ANHA’ê, navên kesên hatine revandin weh ne;

Henan Hec Hesen, Şêxo Hesen, Faroq Hemelîko, Mistefa Mehmûd Hemelîko, Semîr Dewd, Mihemed Xalid Ebdo û Faroq Mistefa

Çeteyan ji navçeya Şiyê û Cindirêsê du ciean revandin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê – Sûrî jî ragihand ku 2’ê Cotmehê, çeteyan li navenda Efrînê ciwanê bi navê Bangîn Mihemed yê ji navçeya Şiyê revandin.

3 Cotmehê jî, çeteyan li navçeya Cindirêsê ciwanê bi navê Hisên Mihemed Qibqilaq ê 30 salî yê ji gundê Hemamê revand.

Çeteyan Girê Dêrsiwanê yê şûnwarî wêran kir

Li aliyê din, heman rêxistinê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker girê Dêr Siwanê yê şûnwarî yê li navçeya Şera talan kir.

Rêxsitinê da zanîn, bi armanca lêgerîna şûnwaran çeteyan girê ku 30 km dûrî Efrînê ye bi alvên giran kolandiye.

Back to top button