Şerê Qerebaxê ..Fransa: Li Cinêv û Moskoyê di rojên pêş de danûstandin pêk tên

Fransayê eşkere kir ku ji bo dîtina çareseriyê navbera Azerbeycan û Ermenistanê wê li Cinêv û Moskoyê di rojên pêş de danûstandin pêk werin.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê, Jean-Yves Le Drian, îro li pêşiya parlamanê derbarê şerê Azerbeycan û Ermenistanê axivî.

Jean-Yves Le Drian eşkere kir ku wê di roja pêncşemê li Cinêvê derbarê Qerebaxê de danûstandin pêk werin û piştî wê roja duşemê civîn li Moskoyê pêk werin.

Le Drian destnîşan kir ku Fransa, Rûsya û Amerîkayê wê van civînan birêxistin bikin.

Le Drian hêvî kir ku ev danûstandinan bi ti mercan destpê bikin.

Ji aliya xwe ve, Azerbecyanê ragihand ku sibe wezîrê karê derve yê welêt biçe Cinêvê ji bo bi nûnerê navdewletî yê derbarê rewşa li Qerebaxê bicive.

Hikûmeta Emenistanê jî got ku wê li Cinêvê navbera wan û Azerbeycanê ti danûstandin pêk neyên û diyar kir ku nabe danûstandin pêk werin û ji aliyê din şer ser erdê heye.

Back to top button