Kenneth Mackenzie: Em ê ji ber gefên hebûna teror û metirsiya Îranê li Iraqê bimînin

Fermandarê Fermandariya navendî ya Amerîkayê Kenneth Mackenzie ragihand ku ji ber hebûna teror, metirsiya Îranê, hêzên Amerîkî ji Iraqê venakişin.

Kenneth Mackenzie anî ziman ku hin kes hewl didin hêzên Amerîkî neçarî vekişîna ji herêmê bikin û got:

“Em ji Iraqê venakişin, ji ber ku em pabendî erka xwe ya parastinê ne.”

Kenneth Mackenzie da zanîn ku ji bo aramî û ewlehiya herêmê, hevalbendên girîng jî hene.

Fermandarê Fermandariya navendî ya Amerîkayê Kenneth Mackenzie destnîşan kir ku 2 berjewendiyên Amerîkayê li herêmê hene.

Yek jê têkbirina gefa terorê, ya din jî parastina tevgera petrolê ya cîhanî li Rojhilata Navîn e, ji ber ku ji bo aboriya navneteweyî girîng e.

Back to top button