Newroz Ûysal: Komplo li hemberî fikir û têkoşînê pêk hat

Prêzera Rêber Abdullah Ocalan Newroz Uysal, diyar kir ku komplo li hemberî fikrê rêber Ocalan pêk hat, 22 sal in bêhiqûqî dewam dike ku li tu deverê cîhanê mînaka wê nîne.”Her wiha Newroz got: “li hemberî wê têkoşîna me jî didome.”

9’ê Cotmeha 1998’an Rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyê hat derxistin û ev roj bû roja destpêkirina Komploya Navneteweyî.

Prêzera Rêber Abdullah Ocalan Newroz Uysal, armanca komployê, girankirina tecrîdê, astengiya hevdîtinê û bêhiqûqiya li hemberî rêber Ocalan nirxandin kir.

Newroz destnîşan kir ku Komploya navneteweyî li hemberî mezinbûna têkoşîna Gelê Kurd û belavbûna fikrên rêber Abdullah Ocalan bû û got, “Ocalan komplo wekî destpêka Şerê 3. ê Cîhanê digire dest.”

Newroz wiha dewam kir:

“Dema kurdan xwe nas kir û li ziman, çand, ax û netewa xwe xwedî derketin, dijmanatiya li hemberî wan zêde bû. Ev jî pêvajoyeke komployê bû.”

Newroz Ûysal: 22 sal in bêhiqûqî dewam dike

Newroz îşaret bi plana derxistina rêber Ocalan ji Sûriyê kir û diyar kir ku piştî birêz Ocalan ji Sûriyê hat derxistin, NATO jî ji bo plansaziya Rojhilata Navîn gavên yekem ên operasyonê avêt û got,

“Bi taybetî Yunanîstan, Îtalya, Elmanya û Rûsya di serlêdana îltîcayê yê Birêz Ocalan qebûl nekiribûn.”

Her wiha Parêzer Newroz radestkirina Ocalan a li Tirkiyê jî weke bêhiqûqiyekê pênase kir û wiha got:

“Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê tiştên pêwîst nekir û berpirsiyariya xwe pêk neanî.”

Newroz Ûysal: Darizandineke adil nehat kirin

Derbarê bêhiqûqiya li hemberî Rêber Ocalan de jî Newroz ev şîrove kirin:

“Birêz Ocalan di parazmaneyên xwe de destnîşan kiribû ku hêzên di komployê de cih girtine naxwazin polîtîkayên şer bidawîbibin, pirsgirêkên heyî çareser bibin.

Hebûna dadgerên leşkerî, darizandina ku li Îmraliyê pêk hatî û nedayîna mafê xweparastinê bi tevahî nîşan dide ku darizandineke adîlane nehatiyekirin.”

Newroz da zanîn ku daxwaza Ocalan a nûve darizandinê tenê li ser kaxizan ma.

Newroz, da zanîn ku li ti deverên cîhanê tecrîdekî bi wî rengî nîne û got, “Komploya navneteweyî li tevahiya cîhanê wekî binpêkirina rûmeta mirovahiyê tê nirxandin.”

Newroz Ûysal: Bi tecrîdê re êrîşî hemû nirxên gelê Kurd dikin

Parêzer Newroz Ûysal balkişand ser tecrîda girankirî jî û eşkere kir ku bi vê re êrîşî hemû nirxan dikin û wiha bi dawî kir:

Em dîsa li hemberî wan êrîşan têdikoşin, bi êrişên leşkerî û operasyonên siyasî em li ber xwe didin.”

Back to top button