Li Qersê di çarçoveya qirkirina siyasî de 12 kes hatin girtin

Li Qersê di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de biryara girtinê derheqê 12 kesên ku hatibûn binçavkirin de hat dayîn û li navçeya Meletiyê jî 5 kesên din hatin binçavkirin.

​​​​​​​Dewleta Tirk di çarçoweya operasyona qirkirina siyasî li Qersê ya Bakurê Kurdistanê di 1’ê cotmehê de Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca û di nav de 21 kes binçavkirin.

Tê payîn ku îro îfadeya Hevşaredar Şevîn Alaca û 5 kesên din were girtin.

Li navçeya Meletiya 5 kesên din hatin binçavkirin

Li navenda Meletiyê û navçeyên wê jî , di serdegirtina malan de 5 kes hatin binçavkirin.

Kesên ku hatin biçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Meletiyê.

Back to top button