Tirkiye û Yûnanistanê li ser destpêkirina danûstandinan li hev kirin

Tirkiye û Yûnanistan ji bo çareseriya nakokiyên li Deryaya Spî li ser destpêkirina danûstandinan li hev kir.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bi hempîşeyê xwe yê Yûnanistanê Nikos Dendias li patexta Slovakiya Bratislavayê civiya.

Piştî civîna ku 25 deqeyan dewam kir Mevlut Çavuşoglu ji çapemeniyê re axivî û behsa naveroka civînê kir.

Çavuşoglu ragihand ku wê navbera Tirkiye û Yûnanistanê derbarê nakokiyên li Deryaya Spî de danûstandin pêk werin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu got ku Tirkiye û Yûnanistan ji bo destnîşankirina dema danûstandinan di xebatan de ne.

Back to top button