Çeteyan li navçeyên Bilbilê û Reco 4 hezar û 400 darên zeytûnê birîn

Dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên xwe zilm û hovîtiya xwe ya li Efrîna dagirkirî dewam dikin.
Dagirkeran li navçeyên Bilibilê û Reco 4 hezar û 400 darên zeytûnê birîn û li navçeya Mabata jî dest danîn ser berhemên zeytûnê yên welatiyan.
Li navçeya Reco jî dest danîn ser malekî.

 

Li Efrîna dagirkirî, kirinên hovane yên dewleta Tirk û çeteyên wê her roj zêde dibin.

Rêxistina Mafê mirovan a Efrînê ragihand ku di demên cuda de çeteyên dagirkeriya Tirk li navçeya Bilibilê 4 hezar darên zeytûnê birîn.

Li gorî rêxistinê, çeteyan

500 darên Mihemed Kurd Xelîl

600 darên Mistefa Ibrahîm

2000 darên Malbata Meimikê Cemal û Henîf

1000 darên Reşîd Sîdo

300 darên Ismaîl Kîlo birîne.

Li navçeya Reco ya Efrînê jî çeteyan 400 darên Zeytûnê yên şêniyê binavê Hisên Reco birîne.

Rêxistinê da zanîn ku bi armanca firotina êzingan çete daran dibirin.

Çeteyan li navçeya Mabata dest danîn ser zeytûnan

Bi destpêkirina dema çinînê re jî çeteyan dest bi dizîna zeytûnên şêniyên Efrînê kirin.

Li gorî nûçeya ANHA`yê, ji bo talankirina berhema zeytûnê, çeteyan dewriyan digerînin û bendên kontrolê zêde kirine.

Hat raghandin ku çeteyan berhemên şêniyê bi navê Ehmed Hiso yê ji gundê Hisê yê Mabata talan kirin, heya niha jî ji deşta Mabata tenê nêzî 100 çiwalên zeytûnan dizîne.

Çeteyan li navenda Reco mala kesekî 70 salî desteser kir

Li aliyê din, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir ku li navçeya Reco çeteyan Mala şêniyê bi navê Şikrî Saro (70) yê ji gundê Kom Reşê desteser kir û ew ji mala wî hat derxistin.

Back to top button