Hevserokê HDP’a Tûrgûtlûyê Hayrî Boku hat binçavkirin

Hevserokê HDP’a Tûrgûtlûyê Hayrî Boku bi hinceta tevlî çalakiya li dijî biyogazê ya şêniyên gundê Çapakliyê bûye hat binçavkirin. 

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Tûrgûtlû ya Manîsayê Hayrî Boku hat binçavkirin. Polîsan avêt ser mala Boku, lê belê ji ber ku ne li mal bûye ew binçav nekirine.
Dû re polîsan Boku li der ve binçavkirin.
Boku, di 30’yê Îlonê de tevlî çalakiya li dijî biyogazê ya li gundê Çapakli yê Salîhliyê bûbû û di çalakiyê de axivîbû.
Boku, ji ber axaftina xwe ya di çalakiya gundiyan de gotiye “Kobanê” hatiye binçavkirin.
Hat diyarkirin ku polîsan Boku biriye Qereqola Cendirmeyan a Salihliyê.
Back to top button