Li herêmên hikûmeta Şamê 62 kesên din bi Coronayê ketin

Li herêmên Hikûmeta Şamê jî 62 kesên din bi vîrûsê ketin û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest da.

Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Şamê bi daxuyaniyekê ragihand ku di 24 saetên dawî de, 62 kesên din bi nexweşiya coronayê ketine û 3 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezaretê eşkere kir ku 14 kesên din jî baş bûne..

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê, heya niha jimara nexweşên Corona li seranserî herêmên hikûmeta Şamê gihaşt 4 hezar û 566 kesî, ji wan hezar û 212 kes baş bûne û 215 kes jî mirine.

Back to top button