Li Helebê derbarê komploya navneteweyî de civîn hatin lidarxistin

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê têkildarî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan rêzecivîn li dar xistin.

Civîn bi beşdarbûna bi sedan kesî li qada Edamî ya beşê rojhilatê taxa Şêxmeqsûd, qada şehîdan a beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûd û parka Îstîqama ya taxa Eşrefiyê hatin lidarxistin.

Endamê Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Sebrî Efrîn, bal kişand ser destpêka komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û dewletên ku beşdar bibûnê.

Sebrî Efrîn diya kir ku divê gelên herêmê û bi taybetî gelê Kurd asta têkoşîna azadiya rêber Ocalan mezin bikin.

Sebrî anî ziman ku Komplo heta roja îro di ferzkirina tecrîdê de berdewam e.

Di civîna li beşê rojavayê taxê jî de, endama rêveber a Kongreya Star Hêlîn Yekta axivî û diyar kir ku gelek dewletên cîhanê beşdarî komployê bûn, armanca komployê derbekirina projeya aştiyê ya li Rojhilata Navîn e ya ku rêber Ocalan pêşkêş kiriye.

Di civîna li taxa Eşrfiyê de, Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso destnîşan kir ku hêzên cîhanê yên hegemon bi dewleta Tirk komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk anîn.

Eyşe Hiso got ku Rêbertî di girtîgehê de li hemberî komployê sekinî û komplo pûç derxist, ji ber vê yekê Tirkiyê tecrîda girankirî li ser ferz kiriye.”

 

Back to top button