Panela li Kobanê ya derbarê azadiya Rêber Ocalan de, bi giritina biryaran bi dawî bû

Panela li Kobanê ya derbarê azadiya Rêber Ocalan a bi navê “Dem dema azadiya rêber Apo ye” bi dawî bû.

Panel ji aliyê Akademiyên Civaka Demokratîk a Herêma Firatê ve li parka Ronî War a li bajarê Kobanê hate lidarxistin.

Di semîneran de, rastiya rêbertî di çareserkirina pirsgirêkên kurdî û aloziya Rojhilata Navîn de û projeya şaristandiya demokratîk hatin nîqaşkirin.

Panel piştî dayîna semîneran bi girtina biryaran bi dawî bû.

Ji biryarên ku di panelê de hatin girtin ev in:

-Di her qadan de asta têkoşînê were bilindkirina û zanebûna gel were zêdekirin.

-Ji bo şîrovekirina komploya li dijî Rêber Ocalan panelên berfireh werin lidarxistin.

-Banga li cîhana azad were kirin ku li hemberî her kesên ku hewl didin meşeleya demokrasiyê bitefînin rabin serhildanan.

-Divê gelê Kurd ji wateya partîbûnê ya teng derkeve û girîngiyê bidin yekitiya gelan.

Back to top button