Dr. Mehmûd Osman: Bi azadiya Ocalan wê şer bi dawî bibe

Siyasetmedarê Kurd Mehmûd Osman bi wesîleya salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê axivî û diyar kir Rêber Ocalan ji bo aşitiyê dixebite û got, “Dewleta Tirk û hevkarên wê dixwazin şer bidomînin. Bi azadiya Ocalan şer dikare bi dawî bibe.”

Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman di bi wesîleya salvegera 22’yemîn ya komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan û gelê Kurd ji ANF’ê re axivî.

Mehmûd Osman bal kişand li ser armancên komploya navneteweyî û got:

“Yek ji armancên sereke ew bû ku Ocalan ji Sûriyê derxin. Dema ku Ocalan ji Sûriyê derket plana navneteweyî bi serkêşiya Emerîka destpê kir. Emerîka rolekî gelek xirab di vê komployê de lîst ku me nezanî ji bo çi ewqasî dijayetî dikir.”

Osman qala rola hêzên di nava komploya navneteweyî de kir û wiha pêde çû:

“Emerîka serkêşiya komployê dikir. Destê Îsraîlê jî di nav de hebû. Ewropa jî di nav de bû. Ev komplo li dijî gelê Kurd bû, mijar neteweya Kurd bû, ne şexsek bû.”

Dr. Mehmûd Osman bal kişand ser dijminahiya dewleta Tirk ya li Kurdan û got:

“Desthilata Erdogan dijminê gelê Kurd e, mijar ne tenê Ocalan e. Tirkiye dijminê Bakur, dijiminê Başûr û dijminê Rojava ye. Mijar ne kesek û partiyeke.”

Osman diyar kir ku bandora Rêber Ocalan a li ser gelê Kurd pir bi hêz e, ji ber ku serokekî mezine û got:

“Azadiya Ocalan ji bo berjewendiyên Tirkiyê ye. Ji ber ku Ocalan ji bo aştiyê kar dike. Bi azadiya Ocalan wê şer dawî bibe. Lê Tirkiye û hevkarên wê yên bazirganên şer dixwazin şer bidomînin.”

Mehmûd Osman da zanîn dewleta Tirk timî Kurdan weke terorîst nîşan dide û wiha bi dawî kir;

“Tirkiye êrişî Rojava û Başûr dike. Terorîst ew in. Kurd tenê xwe diparêzin. Ew terorê li ser gelê Kurd dimeşînin. Eger ku bikarin PKK’ê têk bibin, wê piştre êrîşî PDK’ê û YNK’ê jî bikin.”

Back to top button