Xelîl Osman endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê û Remziya Mihemed endama Kordînasyana Gongra Star derbarê salvegera êrîşên li ser Serê Kanî û Girê Spî ji televizyona me Ronahî TV re axivîn û êrîş şermezar kirin. Herduwan her wiha anî ziman ku armanca Tirkiyê guhertina demgrafîk û bicihkirina çeteyan e.
Der barê salvegera êrîşên dagirkeriyê yên li ser Girê Spî û Serê Kaniyê, endamên Meclisa Giştî ya PYD’ê Xelîl Osman û endama Kongra Star Remziya Mihemed bûn mêvanê bernameya Bûyer a televîzyona me.
Di serî de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û berxwedana şervanan hate silavkirin.
Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Xelîl Osman diyar kir ku dewleta Tirk bi van êrîşan xwest demogirafiya herêmê biguherîne û çeteyên xwe lê bi cih bike.
Osman bal kişand ser dizî, talanî û wêrankirina ku çeteyên dewleta Tirk dikin û ev tişt got:
Remziya Mihemed: Em dagirkeriyê qet qebûl nakin
Endama Koordînasyana Kongra Star Remziya Mihemed jî destnîşan kir ku dewleta Tirk bi van kirin dixwaze hebûna xwe li ser gelê herêmê ferz bike û ev yek qet nayê qebûlkirin.
Remziya Mihemed têlkildarî çalakiyên Kongreyê yên ku li dijî dagirkeriyê jî wiha dibêje:
Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê û endama Koordînasyana Kongra Star teqez kirin ku ew ê têkoşîn û berxwedana xwe heya rizgarkirina herêmên dagirkirî dewam bikin.