Li ser sînorê Serê Kaniyê yê dagirkirî, sivîlek hat kuştin û yek jî birîndar bû.
Çavkaniyeke herêmî diyar kir ku dema du kes ji gundê Erada yê Serê Kaniyê xwestin sînorê Serê Kaniyê û Tirkiyê derbas bikin, ji aliyê leşkerên dewleta Tirk ve hatin gulebarankirin.
Di encama gulebaranê de, şêniyê bi navê Ibrahîm El-Berhû hate kuştin û birayê wî Ela jî bi giranî birîndar bû.