KJK: Komplo wê bi fedakarî û wêrekî bê pûçkirin

Koordînasyona KJK’ê komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan şermezar kir û diyar kir bi rêya komployê xwestin têkoşîna azadiya jinê têk bibin. KJK’ê banga tevlîbûnê li çalakiyên 10’ê Cotmehê ‘Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî’ kir.

Bi rasthatina salvegera komploya navnetewî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyek nivîskî weşand.

KJK’ê got:

Komploya navneteweyî di nava hevkarî û tifaqa hişmendiya mêr ji aliyê hêzên NATO’yê ve li dijî rêber Ocalan hate kirin.

Di rastiya xwe de, li dijî paşeroja azad a mirovahiyê bi taybet li dijî jinan hate kirin.

KJK: Rêber Ocalan ji bo azadiya jin û gelan têkoşîn kir

KJK’ê destnîşan kir ku dewletên hemgemonîk xwestin bi rêya komploya navnetewî têkoşîna azadiya jinê û gel têk bibin.

KJK got:

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo biserxistina komployê bi polîtîkayeke şerê taybet êrîşî jinên Kurd dike.

Plansaziyeke stratejîk a komploya navneteweyî, pêkanînên şerê taybet ên li dijî jinan e.

Ev pêkanîn di heman demê de ji bo pûçkirina projeya civaka azad, jinên azad a Rêberê me ye.

Rêber Ocalan îdeolojiya xwe li ser rizgariya jinê, gel û xwezayê ava kiriye.

Her tim armanc dikir ku jin û gel hemû xwe bi xwe bi rê ve bibin, biryarên xwe bi xwe bidin, xwedî li nirx, çand, zimanê xwe derkevin.

Ji ber vê jî dewletên hegemonîk li dijî rêber Ocalan komployeke navnetewî xistin meryetê.

KJK: Divê her kes tevlî çalakiyên 10’Cotmetê bibe

Koordînasyona KJK’ê di dawiyê de bang li jin, gel û dostên xwe kir ku li ser pûçkirina komploya navnetewî berxwedanê mezin bikin û got:

10’ê Cotmehê weke ‘Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî’ hate ragihandin.

Divê hemû gel, jinên cîhanê xwedî li rêber Ocalan derkevin û bi xurtî tevlî çalakiyan bibin.

Back to top button