Rêveberiya Xweser: Divê lêpirsînek serbixwe derbarê sûcên Tirkiyê de bê vekirin

Rêveberiya Xweser, MSD û federasyona Gaziyên Şer, têkildarî salvegera yekemîn a dagirkirina Serê Kanî û Girê Spî daxuyaniyên cuda dan.
Aliyan bang li NY û dewletên ku di dosyaya Sûriyê de çalak in kir, ku dagirkeriya Tirk a li herêmê bi dawî bikin û derbarê sûcên wan de jî, lêpirsîneke serbixwe were vekirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî, têkildarî salvegera yekemîn a êrîşên dewleta Tirk yên li dijî Serê Kaniyê û Girê Spî daxuyaniyek da.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku dewleta Tirk bi dagirkeriya xwe ewlehî û aramiya herêmê têk bir û hemû qanûnên navnetewî binpê kir û hewl da Sûriyê parçe bike.

Rêveberiyê bang li NY, YE, Komkara Welatên Ereb, Rûsya û Koalîsyona Navnetewî kir ku sînorekî ji dagirkeriya Tirk re deyinin û komîteyek ji bo belgekirina sûcên wê li herêmê ava bikin û derbarê sûcên kirine de jî, lêpirsîneke serbixwe vekin.

Rêveberiya Xweser teqez kir ku ew ji bo rizgarkirina Serê Kaniyê û Girê Spî û vegera koçberan li warê wan têkoşîna xwe bilind bikin.

MSD: Divê dagirkeriya Tirk li Bakur Sûrî bi dawî bibe

MSD’ê jî bi daxuyaniyekê dagirkiriya Tirk a li Serê Kaniyê û Girê Spî şermezar kir û bang li NY, Antonio Guterres, Amerîka û Rûsyayê kir ku ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirk li herêmên bakurê Sûriyê û derxistina destdirêjkaran ji malên niştecihên resen, bixebitin û koçber bi ewle vegerîn bajar û gundê xwe.

MSD’ê banga vekirina lêpirsîneke serbixwe derbarê binpêkirinên ku li herdu bajarên navborî hate kirin û şehîdkirin Hevrîn Xelef kir da ku sûcdar sewqî dadgeha tawanan a navnetewî werin kirin.

Kongreya Star: Ji ber parastina xeta azdiyê dikin dagirkeran jin kirin hedef

Koordînasyona Kongreya Star bi daxuyaniyekê kompoloya navnetewî û êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Serê Kaniyê û Girê Spî şermezar kir

Kongra Star destnîşan kir ku ji ber jin di parastina xeta azadiyê de pêşeng in, jin tên hedef girtin, mîna qetilkirina Hevrîn Xelef û Zehra Berkel.

Kongra Star soza bilindkirina têkoşîn û azadkirina rêber Abdullah Ocalan da

YPJ: Em ê şoreşa xwe ji êrîşên dagirkeran biparêzin

Bi boneya salvegera 1. a êrîşên dewleta Tirk li ser SerêKaniyê û Girê spî, Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê daxuyaniyek da.

YPJ’ê êrîş şermezar kir û diyar kir ku ji bo qirkirina mozaîka gelan Serê Kaniyê û Girê Spî , dagirkeran êrîşa 9’ê Cotmehê pêk anîn.

YPJ’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku ew ê bi şerê gel ê şoreşgerî li dijî dagirkeriyê rawestin, xaka xwe rizgar bikin û şoreşa xwe ji her awayî êrîşan biparêzin.

Gaziyên Şer: Divê gelê Sûriyê rizgarkirina herêmên dagirkirî bike bingeh

Fedrasyona Gaziyên Şer a bakur û rojhilatê Sûrî jî, bêdengiya hêzên navnetewî li hember sûcên Tirkiyê rexne kir û ji NY û rêxistinên Hiqûqî xwest ku dewleta Tirk li ser sûcên wê darizînin û dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li herêmê bi dawî bikin.

Gaziyên Şer gotin:

“Em zarokên vê xakê bi biryar in, temenê wê çi bibe bile bibe, em soza rizgarkirina xaka xwe ji dagirkeriya Tirk, didin.

Em bang li hemû gelê Sûriyê dikin ku refa xwe bikin yek û rizgarkirina herêmên dagirkirî ji xwe re bikin bingehek pîroz.”

Back to top button