HDP: Ocalan bersiveke dîrokî da komployê

Desteya Rêveberiya Navenda HDP’ê, di salvegera 22’yemîn a komploya li dijî Rêber Ocalan de daxuyaniyek da û diyar kir ku, Rêber Ocalan bersivek dîrokî da komployê.
HDP’ê diyar kir ku, tecrîda li Îmraliyê, êrişek li dijî çareseriyê ye.

Desteya Rêveberiya Navendî a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî salvegera 22’yemîn a Komploya Nanvetewî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Ocalan daxuyaniyek nivîskî weşand.

HDP’ê diyar kir, Tecrîda girankirî ya li Îmraliyê êrişek e li dijî hêviya çareseriyê ya gelan e û wiha got;

“22 sal di ser plana navneteweyî ya 9’ê Cotmehê (Roja Reş) re derbas bûn. Ev plana ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir, di şexsê Ocalan de, mudexaleyeke li dijî siberoja gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn bû.”

HDP’ê destnîşan kir, hêzên herêmî û navneteweyî ji bo ku mudaxeleyê li Rojhilata Navîn bikin ev plan xistin meriyetê û bi derxistina Ocalan a ji Sûriyê, ev plan hate destpêkirin.

“Bi vê plana navneteweyî xwestin ku gelê Kurd û Tirk bînin pêşberî hevdu û bi vî awayî şerekî navxweyî bidin destpêkirin. Lê Ocalan ev plana wan pûç kir û li dijî vê planê riya çareseriyê bi pêş xist. Ocalan rê li ber şerê navxweyî girt.”

HDP’ê diyar kir, Ocalan bi avakirina modela Neteweya Demokratîk xwest ku netewe, bawerî û çandên cuda bên naskirin û got,

HDP: Tecrîda li Îmraliyê êrîşeke li dijî çareseriyê ye

“Lê dewletê bi tecrîd û tûndiyê bersiv da vê modelê û lewra jî pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin.”

HDP’ê di dawiya daxuyaniyê de diyar kir 22’yemîn salvegera komloya navneteweyî de, tecrîda girankirî ya li ser Ocalan bi kûrtir didome û got;

“Niha jî dixwazin wê tecrîda ku li Îmraliyê ava kirine, belavî temamî Tirkiyê bikin û civakê bifetisînin. Tecrîda girankirî ya li Îmraliyê êrişek e li dijî hêviya çareseriyê ya gelan e. Em ê li dijî vê zîhniyeta ku dixwaze gelan têxe qirika hevdû; aştiya birûmet biparêzin.”

Back to top button