Serokkomarê Qirgîzistanê: Amade me îstîfa bikim

Serokkomarê Qirgîzistanê Sooronbay Ceenbekov, piştî aloziya ji ber hilbijartinê ragihand ku ew amade ye ji karê xwe istîfa bike.

Serokkomarê Qirgîzistanê Sooronbay Ceenbekov îro derket pêşberî ragihandinê û diyar kir ku ji bo dawîanîna li krîza siyasî ya li Qirgîzistanê, ew amade ye istîfa bike.

Ceenbekov got;

“Ez amade me dest ji karê Serokkomartiya Qirgîzistanê berdim. Bi mercê ku demek ji bo hilbijartinên bê were diyarkirin û hikûmetek nû were ragihandin.”

Biryar e ku îro li Qirgîzistanê li seranserî welat xwepêşandanên berfireh pêk werin.

Sedema xwepêşandanan redkirina encamên hilbijartinê ye, ku tê îdiakirin sextekarî hatiye kirin.

Her çiqas encamên hilbijartinê hatin betalkirin jî, lê nebû sedema kêmbûna nerazîbûnan.

Back to top button