Amerîka rewşa awarte ya netewî salekê dirêj kir

Serokê Emerîkayê Donald Trump Rewşa Awarte ya Netewî a derbarê Sûriyê de salekê dirêj kir.

Koşka Spî duh têkildarî rewşa Sûriyê, ji bo dirêjkirina Rewşa Awarte ya Netewî belavokek belav kir.
Belavok ji aliyê Trump de hat îmzekirin.

Di belavokê de wiha tê gotin;

“Rewşa li Sûriyê, bi taybetî operasyonên leşkerî yên hikumeta Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, derbê li têkoşîna têkbirina DAIŞ’ê dide, xeteriyê li sivîlan dike û gefê li ser aramî, ewlehî û aştiya ku tê xwestin li herêmê bê avakirin, çê dike. Ji ber vê yekê rewşa li welat, li dijî ewlekariya neteweyî û polîtîkaya derve ya Emerîka gef e.”

Rewşa Awarte ya Netewî di çarçoveya têkoşîna li dijî gefên li ser Emerîkayê de, di 14’ê Cotmeha 2019’an de hatibû îlankirin.

Back to top button