Koçberên Serê Kaniyê yên li kampa Waşokanî meşek li dar xist

Îro salvegera yekemîn a dagirkirina bajarê Serê Kaniyê û Girê Spî ye. bi vê boneyê koçberên Serê Kaniyê yên li kampa Waşokanî meşek li dar xist.

Koçberan di meşê de dagirkirina bajarê xwe ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kirin. Her wiha diyar kirin ku ew ê di kampan de li ber xwe bidin û li hêviya vegera li bajarê xwe bin.

Li ser dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî salek derbas bû.

Bi vê boneyê koçberên Serê Kaniyê yên li kampa Waşokanî meşek li dar xistin û dagirikina bajarê xwe ji aliyê dewleta Tirk şermezar kirin.

Meş ji aliyê Kongra Star ve hat birêxistinkirin.

Koçberan di meşê diyar kirin ku ew ê di kampan de li ber xwe bidin û li hêviya vegera li bajarê xwe bin.

Koçberên kampê li pêşiya rêveberiya Kampa Waşûkanî rawestiyan û li wir meş veguherî mitîngê.

Di mitîngê d endama rêveberiya Kongreya Star li Kampa Waşûkanî Besîme Dawûd axivî û diyar kir ku dewleta Tirk êrişê herêmên Kurd, Ereb û Ermenan dike û got,

Çavnebariyên dewleta Tirk bê dawî ne.

Gelo Kurd li Lîbya, Azerbêcan, Ermenistan û Yewnanistanê jî hene?

Erdogan hemû nirxên mirovî û pîvanên navneteweyî binpê kirin û rûxandin û mirin ji gelê me re anî.

Mafê me ye ku em xwe biparêzin.”

Li ser navê Meclisa Kampa Waşûkanî jî Elaa El-Dîn Cemîl axivî û diyar kir ku dewleta Tirk bi darê zorê sivîl dan koçberkirin.

Elaa El-Dîn Cemîl anî ziman ku kiryarên Tirkiyê berdewamkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan e.

Xwepêşandan bi sloganên silavkirina berxwedana rûmetê û şermezarkirina dagirkeriyê bi dawî bû.

Back to top button