Qirgizistan..Li Bîşkek a paytext, komên xwepêşanderan pev ketin

Li Qirgîzistanê piştî hilbijartinên ku hatinkirin, aloziya navbera komên muxalif û hikûmetê de dewam dike.
Îro li navenda Bîşkek ya paytext jî di navbera komên muxalif de pevçûn derketin.
Serokomar Sooronbay Jeenbekov jî diyar kir ew amade ye dest ji wezîfeyê berde.

Li gorî dezgehên ragihandinê yên Qirgîzistanê, li navenda Bîşkeka paytext, komên xwepêşanderan pev ketin û dengê guleyan jî hat.

Hat zanîn ku 3 komên xwepêşanderan hene, alîgirên serokomarê berê Almazbek Atambayev, alîgirên serokwezîr Kubatbek Borunov ku ji erk hat avêtin û alîgirên siyasetmedar Sadir Zhabarov.

Beriya niha hin hêzên siyasî siyasetmedar Sadir Zhabarov weke serokwezîrê welêt ragihandibû.

Di dema van pevçûnan de tirimpêla serokomarê berê Almazbek Atambayev rastî êrîşekê hat.

Atambayev ragihand ku ew rastî êrîşekê kuştinê hat, lê ew jê rizgar bû.

Di vê navberê de jî, serokomarê Qirgîzistanê Sooronbay Jeenbekov ji bo du heftiyan rewşa awarte li Bîşkîk paytext ragihand û biryara daketina hêzên artêşê li kolanan da.

Tevî betalkirina encamên hilbijartinê, xwepêşandan dewam dikin

Beriya çend rojan hikûmetê ji ber nerazîbûna gel ji encamên hilbijartinên palamantoyê, ev encam betal kiribû û biryara pêkanîna hilbijartineke nû dabû.

Lê tevî wê jî, xwepêşandan li kolanan ranewestiyan, ku di sêşema çûyî de di dema xwepêşandanan de, komên muxalif gelek avahiyên hikûmetê li Bîşkek a paytext desteser kirin û avakirina hikûmeteke nû weke mafê xwe dît.

Ji bo firehbûna van xwepêşandanan jî serokomarê welêt serokwezîr ji erkê wî avêt.

Li gorî hatî ragihandin jî di xwpêşandanên li Qirgîzistanê de, kesek hatiye kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûne.

Back to top button