Li Fransa, Belçîka û Yûnanîstanê çalakî hatin lidarxistin

Ne tenê li Kurdistanê li derveyî welat jî meş û çalakî hatin li darxistin û komplo hat şermezar kirin. Kurdistanî û dostên xwe li Fransa, Belçîka û Yunanîstanê îro li qadan bûn.

Li bajarê Strasbourg yê Fransa û paytexta Belçîka Birûkselê kurdistanî û dostên xwe li dijî komployê daketin qadan.

Di çalakiyên hatin lidarxistin te komplo hate şermezarkirin û banga geşkirina têkoşîna li dijî komployê hate kirin.

Meşa dirêj a ciwanên Kurd ku li dijî komploya navneteweyî li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê dest pê kir di roja duyemîn de ye.

Tê payin ku meşvan sibe bigihêjin paytext Atînayê.

Piştî ciwan bigihêjin Atînayê wê bi wesîleya 10’ê Cotmehê “Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî” wê mîtîngeke girseyî bê lidarxistin.

Back to top button