Kobanê..Ji ber teqîna bermahiyên topbarana Tirkiyê ve, du zarok birîndar bûn

Di encama teqîna bermahiya topeke hawanê ya artêşa Tirk a dagirker li gundewarê rojavayê Kobanê du zarokên bira bi giranî birîndar bûn.

Topeke hawanê ya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi du zarokên bira ve teqiya.

Top beriya çend hefteyan ji baregehên dagirkeriyê yên li bajarê Cerablusê yê dagirkirî li gundê Borazê yê rojavayê Kobanê ve hatibû avêtin,

Mihemed Kamil ê 12 salî û birayê wî Mehmûd Kamil ê 14 salî, ku bi giranî birîndar bibûn rakirin nexweşxaneyan.

Back to top button