4 rojnamevan hatin girtin

Rojnamevan Bîlen, Ûgûr, Abî û Sala yên ku li Şaxê ji helîkopterê avêtina Servet Tûrgût û Osman Şiban ên kirin nûçe, girtin.

Nûnegihanên Ajansa Mezopotamya Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr, nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala yên Servet Tûrgût û Osman Şiban ên li navçeya Şaxê ya Wanê ji aliyê leşkerên Tirk derketibûn operasyonê ve hatin destgîrkirin û ji helîkopterê avêtin xwarê kirin nûçe, girtin.

Rojnamevanên 6’ê Cotmehê hatin destgîrkirin û li dozgeriyê bi hinceta ‘Kirina nûçe ya bûyerên civakî yên ji aliyê dewletê ve’ bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ sewqî dadgehê kirin, girtin.

Nûnegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr, nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala yên bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Nobedar kirin, biryara girtina wan hate dayîn.

Belavkarê Rojnameya Yenî Yaşam Fehmî Çetîner û belavkarê berê yê rojnameyê Şukran Erdem jî bi qedexye derketina derveyî welat, bi şertê kontrola edî berdan.

Back to top button